Xwedawendek li hemberî qralên Babîlê: Leyla Qasim

Gelek jinên ku ji bo şoreş an jî azadiya rastiyekê, jiyana xwe dane ber jiyîna wê rastiye hene û weke sembolekê êdî ew bûne mîrateya cîhanê, yên mîna Rosa Luxemburg, Emma Goldman, Angela Davis, Olga Benerio û hwd. Û li kurdistanê jî helbet Leyla Qasim ku weke xwedawendekê li hember rejîma baasê bû mertalek berxwedanê.

Li her çar parçeyên kurdistanê ku di bin desthilatdariya mêtingehên cûda de ne, bûyerin qewimîne ku mirov dibê qey ew ne rast e, hema gotinên mîtolojîk in. Yek ji wan jî Leyla Qasim, ku di bin işkenceyên bê hempa de kenê li rûyê xwe weke nîşaneya serhildêriya kurdistanî kêm nedikir. Ew a ku bi marşa ey reqîp berv bi sêdarê ve çû û kursiyê ku hilkişiya ser bi linge xwe velqitand.

Pêşenga kurd a ku di temenê xweyî ne dirêj de bi gelek elem û kul an re rû bi rû ma, bi sekna xwe ya mînak ne li hember şexsê Saddam Huseyîn kêliyekê ket dudiliyê, ne jî hişt ku lerizînik bi bedena xwe ya di bin celadên işkencekarkeve. Leyla Qasim, li Rojhilat a Navîn yekemin, li cîhanê jî çeremîn girtiya siyasî a ku hatiye îdamkirin û bi vê jî helwesta wê ji bo çar parçeyên kurdistanê semboleke qedir giran e.

Têkoşinêriya Leyla Qasim ne bi mijarên polîtîk, bi jidayikbûna wê destpêkir.Ji ber kû di sala 1952’an de li Xeneqîn’ê di malbateke gelek xizan de, wek xwîşka 4 birayan çavê xwe li cîhanê vekirin. Bavê wê Kanî û diya wê Dalaho Qasim bi karên ziraî re mijûl dibûn û ji bo ku ji xizaniya xwe re çareyekê bibinin, di 4 saliya Leyla’yê de goçî Hewlêr’ê kirin. Leyla û birayên wê li nav zeviyên ku lê dixebitîn bi erebî re hev nasîn û bi rê ya dibistanên ereban jî ferî zimanê wan bûn cara ewil. Piştî ku li vir jî nebû, di sala 1958’an de vê carê goçî Bexda’yê kirin. Şert û merc her çibin jî bavê wê dixwest ku Leyla perwerde bibe û xwe bi pêşxe. Ji bo vê jî her derfet, tevî xizaniyê dan ber qîza xwe û wê jî berdêla vê yekê bi her alî anî cih. Leyla Qasim li vir dest bi bêşa civaknasî ya Zanîngeha Bexda’yê kir û di heman demê de bi Yekitî Qotabiyên Kurdistanê (YXK) re ket têkiliyê.

Haziriya çalakiyek bi deng

Zordariya rejîma Baasê dorpêçiya xwe ya li ser kurda domdikir û Leyla jî li hemberî vê ket rê ya bilindkirina têkoşîna xwe û perwerdahiya xwe ya kesayetî de. Leyla û malbata wê, ji bo ku rejîmê zor dida ku Xaneqîn bête erebkirin goçî Bexda’yê kiribûn lê li vir zordariya ku li hember têbikoşe girantirbû. Li ser vê jî Qasim di demek kin de bu ji pêşengên YXK’yê. Di heman demê de her roj bi dehan ciwanên kurd ji alî rejîmê ve dihatin kuştin û bi hezaran kurd jî dihatin sirgûnkirin. Li ser vê yekê Leyla û hevalên wê ketin nava haziriyên çalakiyek ku li cîhanê deng vede û balê bikêşe ser rewşa ku kurd neçarê têne kirin. Dîsa di heman demê de Qasim biryar debû ku tev li refên peşmergeyan bibe û di 20 saliya xwe de êdî ew şoreşgerekbû û her wiha jinekbû.

Di 1974’an de Baasê li hemberî kurdan şerekî nû û giran da destpêkirin. Qasim û hevalên wê bîrdozbûn ku êdî tiştekî bi deng bê kirin. Û li ser amadekariya çalakiyekê ketin nava hewildanekê û di dawiyê de ji çalakiya şoreşgera Felistinî Leyla Xalîd dan ber xwe û biryar dan ku balafirekê bi destxin. Ji bo Qasim û hevalên wê, bê deng mayîn, xayintîbû û divê tiştek bihata kirin.

Mixabin Leyla û 4 hevalên wê di haziriya çalakiyê de, di nîsan a 74’an de hatin girtin û duçarî işkenceyên giran hatin. Celladên rejîmê nema rêbazên îşkenceyê ceribandin û li bedena wê ji goştê bedene berîk çêkirin. Di demeke kurt de jî piştî darazeke ji edeletê dûr, biryara îdamkirinê ji bo wan hate dayîn. Leyla Qasim hê 22 salî bû…

Beriya ku bê îdamkirin di hevdîtina bi diya xwe re Leyla Qasim behsa hevdîtina xwe û Saddam Huseyîn dikir. Derdiket holê ku Saddam Huseyîn ji bo ku ew û hevalên wê ji tekoşîn û şoreşgeriya kurdistanî paş ve vegerin heya ber lingê Leyla’yê çûbû û ji wê poşmanî xwestibû. Leyla yê wiha digot ji diya xwe re, “Dayika delal, nexeyîde, ez nefereke dozê me êdî. Ji bo kurd û Kurdistanê têdikoşim. Doh Saddam û komek bi wî re hatin vir. Di fikra ku ezê bixapim û ji pîvanên xwe tawîzan bidim de bû. Soz da min ku ezê bikaribim di dibistanên herî mezin de bibim mamoste. Lê min ji wî re bersivand û got ez bi qasî ku van bertîlan qebûl nekim bi rûmet im û gelê xwe nafiroşim. Piştî ku min ji wî re got ku min ji bo doza kurd û Kurdistanê mirin daye ber çavan û mirina di vê rê de jî weke rûmeteke pêşwazî kiriye, divê te bidîta ku ew Saddam’ê ‘mezin’ kete çi halî. Min dît ku ew zivirî belengazekî çawa. Dayê, bi mirina me wê bi hezaran kurd şiyar bibin û wê ala azadiya me daliqe. Piştî ku ez mirim qet xemgîn nebin. Bila ji keziyên min alekê çeken”.

Di 28’ê Nisan a 1974’an de dema ku tevî 3 heval û destgirtiyê xwe derketin ber dozger, bi dengekî berz û bilind, deste xwe dirêjî dozger kir û wiha got, “Min bikujin qet ne muhîm e. Dibe ku hun bikaribin bi kuştinê me ji holê rakin. Lê mirina min dê bibe şiyarbûna bi hezaran kurda. Ez serfiras û bextewar im ku ezê ji bo kurdistaneke serbixwe bimirim”. Gotinên Qasim li hemberî pêkanînên tund û giran ên Baas’ê, berpirsê rejîmê di nava matmayînekê de hiştin û her wiha ji bo kurdan jî bu pêpelokeke bixwebaweriyê.

Helwesteke dij mêtingehî

Leyla Qasim di hişyariyeke wisa debû ku di mijarên ku piştî şerê cîhanê yê yekem li Rojhilata Navîn diqewimin û deq û dolabên ku li ser Kurdistanê têne gerandin, dê tene bi tiştekî bêne rawestandin; helwesteke dij-mêtingehî. Her wiha Qasim bi vê helwesta xwe weke xwedawendekê ku li hemberî qralên babîlan serî rake bu mîhengek ji bo doza kurdistanê.

Di dawiya dawî de Leyla Qasim bi zanebûna xwe ya dij-mêtingehî eynî wek, Luxembûrg, Goldman, Davis û Banerio ji bo şoreşgeriyê li cîhanê bû mînak û li çar parçeyên kurdistanê jî bu qonaxek berxwedanê. Leyla Qasim beriya ku dawî li jiyana wê bê anîn, di dema ku berv bi sêdarê ve meşiya, her serbilind, bixwe bawer û serketîbû, ku bi marşa ey reqîp çû sêdarê. Di heman dema ku ew û çar şoreşgerên kurdistanê hatin daliqandin, li qadî tevî rûkenî û berxwedêriyê ey reqip li qadê bilind dibû.

Bi vî avayî 13 Gulan a 1974’a ji bo berxwedana azadiya Kurdistanê bû asteke din a watedar û îro weke asteke bilind hê jî di berxwedana çar parçeyan de cihê jin a kurd nîşan dide.

Leyla Qasim helbet ji bo kurd û Kurdistanê rêzikek ku bi deste jinê hatiye kolan vekiriye lê ev rêzik îro ji bo hemû jinên cîhanê yên dij mêtingeh û şoreşger tê wateya teoriyek kûr. Li çar parçeyên Kurdistanê di vê rêzikê de jinên wek Bêrîtan, Sarya, Zîlan hwd. jî derbas bûne û ew rêgeh hewceyî li berçavgiritenk nû û hemçaxî ye.

Peyama Barzanî

Di vê navberê de Serokê Kurdistana Başûr Mesût Barzanî jî bi minasebeta 40. salvegera bi darvekirina Leyla Qasim bi riya hesaba xwe ya facebook’ê peyamek weşand. Barzanî di peyama xwe de desnîşan kir ku Qasim sembola fedakarî û welatperperiya jinên kürde. Barzanî wiho domkir, “Jiyan û mirina Leyla Qasim ji bo hemû ferdên kurd xwedî ders û mînakan e. Piştî mirina wê bi hezaran dayikên kurd, navê wê li zarokên xwe kirin. Bîranîna wê şehîda qehreman pîroz û abîdewî ye.”

RAWÎN STÊRK

 

Yorum Yaz
Arkadaşların Burada !
Arkadaşların Burada !